Saziya Berevankar ya Mafê Mirovan a Kurdistanê pîrozibahî ji Nadiya Murad kir

20:54 - 6 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Saziya Berevankar ya Mafê Mirovan a Kurdistanê, di peyamekê de ,hêviya serketinên zêde bo Nadiya Murad, bo alîkardana bo baştirbûna mafê mirovan di Kurdistanê de xwast.

Deqa vê peyamê ku bo Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê hatiye şandin wiha ye:

Pîrozbahiyê ji Nadiya Murad , wegira xelata aştiyê ya “Nobel” a sala 2018`an dikin.


Komîteya pêşkêşkar ya xelata aştiyê ya “Nobel”ê ragehand; Nadiya Murad di Kurdistana Başûr û Dr. “Denis Mukwege” li Aferîkayê de, wergêrên Xelata aştiyê ya “Nobel”êne di sala 2018`an de.

Nadiya Murad keça Kurd ya Îzedî, xelka bajarê Şengalê, yek ji çalakvanên mafê jinan û mafê mirovan bûye, ku bixwe heyameke zêde di destê girûpa “DAÎŞ”ê de êxsîr bû, û ji aliyê endamên vê girûpê ve rastî azar û êşkenceyên hovane û nemirovî hatibû.

Saziya Berevankar ya Mafê Mirovan a Kurdistanê, pêşwazî ji hilbijartina Nadiya Murad wekî werigêra xelata aştiyê ya “Nobel” ê dike û pîrozbahiyê dibêje navbirî û herwisa hemû Îzediyên xelkê Kurdistana Başûr û Kurdistanê, û hêviya serkevtinê di alîkardana bo baştirbûna mafê mirovan di Kurdistanê de jêre xwast.