Saziya “bêhzîstî” cihên ewle bo tezrîqê amade dike

21:51 - 24 Tebax 2016
Ajansa Kurdpa: Serokê Saziya “Bêhzîstî” ya Îranê, ragehand ku ew dixwazin ku odeyên êmin bo tezrîqê pêk bînin.

Li gora nûçegihaniyan, di van du mehên dawiyê de, pilana avakirina vî cihê êmin ji aliyê nawenda pêşgîrî û xebata li dijî îtiyadê ve hatiye darêtin.

Hejmara mu’tadên bi îdzê û rastiyên tal ên bazaar kirîn û firotina maddeyên hişber di Îranê de, saziyên berpirsyar gehanidiye vê encamê, ku bona çavdêriya zêdetir li ser mu’tadan, “odeyên lêdana derziyan” bo wan danên.

Ew pilan cara yekem di sê parêzgehên ku rewşa wan metirsîdar e, û herwisa di parêzgehên Kirman û Xûzistanê, wê bê cîbicîkirin, û piştre wê hêdî-hêdî di parêzgehên din de jî, wê bê avakirin.

Wezîrê Navxwe yê Îranê Ebdulriza Fezlî çend mehan berî niha raporek radetsî meclisê kir, ku li gora vê raporê madeyên hişber ên pîşesazî cihê madeyên hişber ên sunetî girtiye.

Navbirî ragehand ku hejmara mu’tadên di Îranê de, 1.5 milyon kes in, û sedema zêdetir ji %50 ji telaqan, û %40 ji diziyan û %60 ji girtiyan, berketina bi maddeyên hişber e.

Berpirsyarên rejîma Îranê, gellek bername û siyasetên curbicur girtine pêşiya xwe, da ku bikarin rêjeya xisarên civakî bi taybetî di warê maddeyên hişber de kêm bikin, lê heya niha ew siyaset bê encam mane.