Saybirî kete pey Spaha Pasdaran

20:19 - 10 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Dezgehên ewlekariyê ên Ewropayê, şûnpiyê wan hekêran dîtine ku Spaha Pasdran bo armancên xwe yên siyasî û leşkerî perwerde kirine.

Li gora wan raporên ku hatine belavkirin, girûpeke Saybirî ku navê “têjikên pisîkên (pîşikên) mûşekî” li ser xw edanîne, li Zivistana borî ve bi êrîşa Saybirî bo ser binkeyên Înternetî ên kompaniyayan û dewletên bîhanî, sîxorî li ser wan kirine.

Girûpa bi navê “Rokêt Kîtin” ku li gorî zanyariyên nûçegihanê Royterzê, çavkaniya wê Îran e, dibêje ku wan zanyariyên siyasî û nizamî di asta herî bilind de li sertaserî cîhanê ve dizîne.

Karbidetsên ewlekariyê ên Ewropa hebûna girûpên wisa piştrast kirine, û radigehînin ku lêgerîn û berengarbûna di gel hekêrên Îranî dest pê kirine. Nawendên ewehiyê ên Rojava bi taybetî Amerîka pêdagirî dikin ku aliyê kêm 16 welatên cîhanê, dibin armanca êrîşên saybirê ên dezgehên ewlekarî leşkerî ên hikûmeta Îranê.
Herwisa bas ji vê hatiye kirin ku dêla wan têjikên pisîkan mûşekî wê bigihîje Spaha Pasdaran ku aliyê kêm 1600 êrîşên saybirî li dijî kesayetiyên siyasî, zanistvanan, û nawendên hestiyar ên welatê Erebistan, Tirkiye û Amerîka û Venzoêlayê encam dane.

Kompaniya ewlehiyê ya saybirî a ser bi Amerîka û Îsraîlê ku navê wê “Çêk Poyinmt Saftor” e, destên wê bi datayên emniyetî ên pêwendîdar bi Sûpaha Pasdran re gihîştiye.

Îro rojê jî rojnameya Haarêts bas ji sîxoriya hakêrên Îran kiriye, û ragehandiye: kesên nasyar ên zankoyê, nawendên serbazî û bazerganî ên Îsraîlê jî metirsiya êrîşên saybirî ên hakêrên Îranî li ser heye.

Hevdem digel belavbûna vê nûçeyê karbidesteke wezareta derveyî Amerîka baştirîn rêçare bona berengarbûna di gel Spaha pasdaran, dasepandina gemaroyên aborî ên zêdetir zanîne.

Beşa navneteweyî ya nûçegihaniya Mêhr ragehandiye ku nûnerên kongireya Amerîka di van mehên dawiyê de, çend caran daxwaz ji dewleta Amerîka kirine ku Spaha Pasdaran bixe nav lîsteya girûpên terorîstî de.

Sala borî jî nawenda tenahiya Saybirî ya “Saylins” li Amerîka raporek belav kir, ku bi vê pêkê hakêrên Îranî ji 2 salan berî niha ve, êrîş kirine ser piraniya malper û datayên hêla esmanî, kompaniyên wize û nawendên ewlehiyê li raserî cîhanê de.