Şaşiya pizîşkî canê welatiyekî Kurd yê rûniştiyê bajarê Tehranê jê stand

18:23 - 24 Nîsan 2021

Roja Pênşemî 2`ê Banemerê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Mihemedzahid Husênî” kurê “Necmedîn Husênî”yê xelkê bajarê Kamiyaran û rûniştiyê bajarê “Tehran”ê, bi sedema şaşiya pizîşkî, canê xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agehdar a nêzî malbata wî welatiyê Kurd bi Ajansa “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew welatiyê Kurd, bi sedema gumana tuşbûn bi vîrosa Koronayê, serdana nexweşxaneya bajarê Tehranê kiribû û bi sedema lêdana  derziyekê, piştî demjimêrekê canê xwe ji dest da.

Herwisa wê çavkaniye gotiye: “Ew welatiyê bi temen, ti core nexweşiyeke taybet tinebûye û piştî serdana nexweşxanê û lêdana derziyekê ji aliyê yek ji kadrên dermanî yên wê nexweşxaneyê ve rastî bêhnçikiyê hatiye û piştî demjimêrekê canê xwe ji dest da”.

Şaşî û xemsariya pizîşkî pêkhatiye ji: “Neştergeriya lingê tendirust bi cihê lingê pêwîstî bi neştergerî, bi cihmana alavên neştergerî di cesteyê nexweş de, canjidestdana nexweş bi sedema amadenebûna pizîşkê bispor di dema neştergeriyê de, lêdana derzî bi awayê şaşî”.