Şaşîtiyek bijîşkî du qurbanî bi xwe girt

19:39 - 30 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Kalemêrekî 60 salî li Baneya Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema şaşîtiya pizîşkî, di navendeke dermanî ya wî bajarî de jiyana xwe ji dest da.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha hi çend rojan, welatiyê Kurd yê bi navê Ehmed Feramerzî ku xelkê beşa “Nenor”a ser bi Baneyê bû, bi sedema derzî lêdaneke şaş ji aliyê bijîşkan ve dawî bi jiyanê anî.

Tê gotin wî kalemêrê Kurd yê ku bûyî qurbaniyê şaşîtiya pizîşkên Îranî, bi sedema nexwşiya sik serdana navendên dermanî yên Baneyê kiribû.

Herwiha çavkaniyên agah yên nûçeyan jî ragihandin: Derîzî lêdana şaş bûye sedem da tansiyona kale mêr bilid bibe û di encamê de ew jiyana xwe winda dike.

Pizîşkên nexweşxaneya Baneyê di beravanîkirina xwe hember wê şaşîtiyê de ragihandin: Pêştir Ehmed Feramerezî nexweşiya dil hebûye lê malbata navborî wê îdiaya bijîşkan bi awayekî micid di kokê da red dikin.

Di peywendî ligel xemsarî û şaşîtiya bijîşkî li Rojhilatê Kurdistanê, dîsa beriya niha bi çend rojan, dayîkekî ligel dergûşa xwe li nexweşxaneyeke Serdeştê, jiyana xwe ji dest dan.

Herwisa çavkaniyên herêmî yên agah (têkilî bi nezanîn û xemsariyên pizîşkên Îranî li Kurdstanê) îlan kiribûn: Di vê hefteyê de, welatiyekî Kurd li Îlama Rojhilatê Kurdistanê ku tûşî nexweşiya gurçik (kuliye)an bibû, bi neştergeriyeke şaş jiyana xwe jidest da.

Gorî Amarên li Navenda Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa hatinî sebt kirin, li sala borî jî 10 hemwelatiyên Kurd yên sivîl, bi sedema şaşîtiyên bijîşkî jiyana xwe ji dest dabûn.