Şaşîtiya bijîşkî li Serdeştê mirina jineke ducanî bi pey xwe hîşt

21:03 - 18 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Hevserê jineke hamîle li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, bi sedema xemsarî û şaşîtiya bijîşkên nexweşxaneyeke wî bajarî di warê neştergerî de, şikayetek tomar kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, jineke ciwan li Serdeşta rojhilatê Kurdistan, piştî emelyata pizîşkî ya ku bi sedema ducan bûnê li ser hatî encam dan, duh nûbûya wê demildest mir, ew jî di rewşeke dijwar de bi nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê hat veguhestin.

Li Nexweşxaneya bajarê Urmiyê jina ducana 28 salî ya bi navê Êsmet ku xwîneke zor li leşê wê çû bû, jiyana xwe ji dest da.

Bijîşkên nexweşxaneya Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, sedema mirina wê jina ciwan a Kurd, şaşîtiya bijîşkên neşterger li bajarê Serdeştê destnîşan kirin.

Bûyera mirina zarok û dayîka ciwan di neştergeriyeke sivik a bijşkî li Serdeşta rojhilatê Kurdistanê, dilgiraniya hemwelatiyan li ser torên civakî bi pey anî.

\"26079.jpg\"
Sidîq havserê Êsmet: Dema siwarbûna helîkopterê de min destê xwe danî ser destê wê, ew bi yek carî leş sar û bê giyan bibû
Niha hevjîna Êsmet ji kadroyên bijîşkî yên odeya neştergerî, şikayet kiriye û ji karbedestên qezayî xwestiye ji rêya otopsî ve, rastiya mirna havjîn û nûbûya wî bidin eşkere kirin.
Nûjdar û birêveberên navende Tenduristî ya Serdeştê, di berevanî kirina xwe hember wê şikayetê de ragihandin: Ew jin beriya 3 hefteyan zaroka nav zikê wê hatibû mirin. Herwiha beriya neştergeriyê jî, wê jinê karbidestên nexweşxaneyê ji nexweşiya xwe ya şeker (diyabet) agah dar nekirbûn.

Sidîq hevjînê Êsmeta jiyana xwe winda kirî, îdiaya berpirsên navenda leşsaxî û nexweşxaneya wî bajarî derewand û got: “Jina wî pêştir zarokek bi rêya neştergerî aniye dinê û tu pirsgirêk bi wê û zaroka wê re derneketine holê. Niha jî wî keçeke 6 salî û kurekî 13 salî hene.

Gor raportên Nevenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurdpa, li sala borî 5 kes ji wan jinên ducanî 10 kesan li Kurdistanê bi sedema xemsarî û şaşîtiya bijîşkî jiyana xwe ji dest dane.