Şaredariya Sine pêbawerî û mitmaneya xwe şikand

14:06 - 29 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di civîneke rojnamevanî de, şaredariya Sine a rojhilatê Kurdistanê û desteya amojgarî (şûra), bersiva 25 pirsan di warên çandî, civakî û pirojeyên avadaniyê de, bi rojnamevanan dan.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi 2 rojan bo cara yekemîn civîneke rojnamevanî li Sine a rojhilatê Kurdistanê pêkhat, lê şaredariya wî bajarî bersiveke zelal neda rojnamevanan.

Rojnamevanekî ku li rûniştina şaredariya Sine beşdarî kiribû, li peywendiyeke telefonî bi ajansa Kurdpa re got: Di demekê de ku 5 milyard Tûmen bo pişka çandî a Sine hatibû destnîşan kirin û biryar bû çend pirojeyên çandî bên avakirin, lê karek berbiçav di vî warî de nehatiye encam dan.

Rojnamevanê bi navê Îclal Qewamî amaje bi vê yekê jî kir: Şaredariya bajarê Sine di bersivê de gotibû ku 3 milyard Tûmen bo merasimên olî wek; xwendina Mewlûd û Quranê li 15 mizgeftên Sine, herwiha rijyana Derêş û sofiyan bo ser şeqaman hatiye mezaxtin (xerc kirin).

Îclal Qewamî di berdewamaiya gotinen xwe de bilêv kir ku desteya amojgarî(Şûra) ev gotinên şaredarê Sine wek gotina caran, bê esas dan diyar kirin û gotin: Piraniya mesrefa rê û resmên olî li rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hemwelatiyan ve tê terxan kirin.

Bi gotina Qewamî, ev rûniştina rojnamevanî heya demjimêr 10’ê şev domkir û bê encam bidawî bû.

Tê gotin şaredariya Sine beriya ku karê şaredariyê bidest bigre gotibû: 500 fermanber hîna li şaredariyê de zêde ne, eva di demekê de ye ku şaredarê nû li destpêka karê xwe de 200 kes wezîfedar kir.

Îclal Qewamî – rojnamevan û endamê desteya amojgarî (şûra) li Sine