Sara Şord li ser “Odeyên Takekesî” yên girtîgehên Îranê şanoyekê çê dike

15:32 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Ew jina çiyager ya Amerîkî ku liser sînorê di nabera Kurdistana Başûr û Kurdistana Rojhilat de, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hate binçavkirin û heyamê pitir ji 400 rojan di odeyên takekesî an ku “Sêlûlên Ênfêradî” de bû, êş û elema odeya takekesî di Îranê de dike şanoyek û nîşanî cîhanê dide.

Sara Şord, Caş Ftal û Şîn Bayer ev sê çiyagerrên Amerîkayî bûn ku di sala 2009’an de, bi şaşî sînorên Komara Îslamî ya Îranê bezandin û heyamê 410 rojan di odeyên takekesî de hatin binçavkirin.

Niha Sara Şord ku yek ji wan sê çiyagerrane, şanoyekî liser navê “Ce’be” dinivîse da ku bikare ji vê rêyê ve, êş û elemên odeyên takekesî di Îranê d nîşanî cîhanê bide.

Sara Şord bona çareserkirina kêşeyên xwe yên derûnî, ku derencama êş û elemên odeyên takekesî ên girtîgehên Îranê ne, serdana wan Amerîkiyan dike ku di girtîgehên Îranê de binçav bûne, û piştî gengeşe û nîqaşa digel wan hewla çêkirina şanoyekî bi navê “Ce’be” dide, da ku têde bandora odeyên takekesî û îşkenceya derûnî û rewanî yên di girtîgehên Îranê de, bixe ber çavê cîhanê.

Şanoya Sara Şord niha li Sanfiransîskoyê çûye ser ekranê û xelik dibîne.