Şandeya bilind a Bexdayê tê Hewlêrê

14:20 - 3 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa:Tê payîn ku şandeke bilind a artêşa Hikûmeta Iraqa Federal îro serdana paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê bike û bi berpirsên Hêzên Pêşmerge re li hev bicivin.

Rawêjkarê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer di vî warî de wiha ji Rûdawê re ragihand: “Biryar e îro şandeya Lijneya Bilind a Karên Artêşî ya Iraqê bigihêje Hewlêrê û bi berpirsên artêşa Herêma Kurdistanê re li hev rûne.”

Yawer, got ku şandeya navborî ji bo rêkeftinekê serdana Hewlêrê nake û wiha daxuyand: “Armanca vê serdanê gotûbêjkirina karnameya rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ye.”

Pêştir biryar hatibû dayîn ku şandeya ji Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Parastinê ya Iraqê pêk tê roja 30’yê Kanûna 2012’an bigihêje Hewlêr, lê belê ji ber sedemekê ‘nediyar’ şandeya navborî dê îro bigihêje Hewlêrê.

Demekê berê jî şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Navxwe û Wezîrê Pêşmerge pêk dihat, serdana Bexdayê kiribû.

Jêder: Rûdaw