Şanda Îmraliyê hat diyar kirin

13:50 - 13 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Dewleta Turkiyê û BDP`ê kesên ku dibe divê di vê heftê de serdanan Îmraliyê bikin destnîşan kirin.

Rojnameya Miliyet a Turkiyê bilav kir ,Duh Sêşem berwar 12’ê Şibata 2013’an Hevserokê Kongira Civaka Demokratîk Ehmed Turk li gel parlemanterê BDP`ê yê Mûşê Sirrî Sakik li gel cîgirê serokê giştiyê AKP`ê Mihemed Elî Şahîn û parlemanterê AKP`ê yê Enqerê Yalçîn Akdogan li parlemantoyê civînek encam dan.
Di civînê de navê şanda Kurdan ku serdana Serokê PKK`ê Ebdulah Ocelan ku li girtîgeha Îmraliyêye bike hate gotûbêj kirin. Baskê hikûmetê carek din vetoya xwe li hemberî her du hevserokan ku bi hincetea ku endamên PKK`ê li Şemzînan hembêz kiribûn anî ziman.

Di encama civînê de şanda ku hate diyar kirin ji her yek li (Hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş û hevserokê KCD`ê Ehmed Turk û seroka grûpa parlemanterên BDP`ê Perwîn Buldan) hatine destnîşan kirin.

Piştî civînêher yek ji hevserokê BDP`ê Selahedîn Demirtaş û Gultan Kişanak li gel grûpa xwe ya parlemanê civiyan. Civîn nêzî 5 demjimêran dirêj kir û têde pêvajo hate gotûbêj kirin û tekez li ser wê yekê hatiye kirin ku divê ji bo navên heyeta ku herin serdana Îmraliyê pêvajo neyê asteng kirin.