Şanda BDP Bêyî Onder Çû Dîtina Ocalan

14:36 - 25 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Şanda BDP bo dîdara ligel rêberê girtîyê PKK Ebdullah Ocalan îro berev girava Îmralîyê çû. Biryar wiha bû ku duh ev serdan bihatiba encamdna.

Şanda partîya Aştî û Demokrasî (BDP) bo encamdana dîdar ligel rêberê girtîyê partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Ebdullah Ocalan îro ji Istanbulê ve berev girava Îmralî çû. Şanda BDP ji hevserokê evê partîyê Selahedîn Demîrtaş û seroka fraksiyona BDP di parlemana Turkiyeyê de Pervîn Buldan pêk hatiye.

Di şanda evê care jî de weke cara din parlementerê BDP ê bajarê Istanbulê Sirri Sureya Onder nîne. Ji ber beşdarbûn di xwepêşandanên Parka Gezî û Teqsîm a Istanbulê û bandore wî li ser xwepêşandanê, hikûmeta Turkiyeyê dijatîya çûna Onder bi şanda BDP re bo hevdîtina Ocalan dike..

Ji ber neçûna Onder, di hevdîtina cara din d eku di 7 evê heyvê de hate encamdan, rêberê PKK Ebdullah Ocalan nerazîbûna xwe nîşan dabû û ragihandibû, ku nabe hikûmet destwerdanê di destnîşankirina kesan de bo hevdtîna bi wî re bike û tekez kiribû, ku heger hikûmet wisa berdewam be, ew dê pêvajoyê di ber çavan re derbas bike..

Herwisa du roj berî niha jî hevserokê BDP Selahedîn Demîrtaş ragiahndibû, ku heger hikûmet li ser biryara xwe mikur be, BDP dê serdana Îmralîyê neke. Biryar wiha bû, ku ev şanda BDP duh serdana Ocalan kiriba, lê duh ev serdan ji ber hokarên neragihandî bo îro hate paşxistin.
Jêder: (PNA)