Samanê havwilatiyek Kurd li gundê Gelênê hat dizîn

13:29 - 30 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: dizî li hrêma Çemşar a Sinê zêde kiriye û ev yek bûye cihê dilgiraniya gelê herêmê.


Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa,hejmarek xelkê nenas li herêma Jawero a Çemşar a Sinê dest bi dizîna pez û heyvan û samanê gelê herêmê dikin û hêzên pêywendîdar ên dewletê li hember vê diyardê bêdengiyê dikin.

Çavkaniyek herêmî bi Ajansa Kurdpaê ragehand,heyamê nêzîk bi mehekêye ku komek kesên nenas li herêmê de dest bi dizî û talan kirina heyvan û pêz,hevcehiyên werzêriyê,matorên berqê û dînamên ava xelkê herêma Çemşar û jaweroyê kirine.

Çavkaniya han bas vê yekê jî kir, çend rojan berî niha 20 ser ji heyvanê wilatiyên gundê “Gelên”ê hatiye dizîn.
Çavkaniyê eşkere kir, serbarê hindê ku xelkê gundê “Gelên”ê sikala li ser vê dizîyê li pasgeha gund de tomar kirine,lê karbidestên Şivr û Gundvaniyê gef ji xelkê xwarine û gotine ku xelkê çi belgeyek jibo îsbat kirina vê yekê nine.

Xelkê herêma Jawero ragehandine ku hemû ew diziyane ji aliyê dest û peywendiyên Şivr û gundvaniyê Gelênê tê encam dan.
Berê jî çend şahidên xelkê gundê Gelên,ê bi Ajansa Kurdpaê ragehandibûn :dest û pêywendiyên Komara Îslamî a Îranê li rêya Şivir û gundvaniya gund û çend kesên din bi awayeki berfireh mijûlî kirîn û firotina madeyên hişber di nawa ciwanên gunde ne.