“Saman Nesîm” girtiyê siyasî hêşta jî nehatiye berdan

16:01 - 1 Tebax 2018
Ajansa Kurdpa: Girtiyê siyasî yê Kurd yê li girtîgeha Navendî ya Urmiyê de, tevî bidawîhatina heyama cezaya wî, ev nehatiye azadkirin.

Di meha Nîsana sala derbazbûyî de, Ajansa “Kurdpa”yê, bi belavkirina nûçeyekê li gorî çavkaniyeke agehdar li girtîgeha bajarê Urmiyê dabû xuyakirin ku: Îtila`ata Spaha Pasdaran a Hikûmeta Îranê, dosiyeyeke nû ji bo “Saman Nesîm” girtiyê siyasî yê Kurd pêk aniye, û navbirî bi birîndarkirin û qetla 4 endamên “Spaha Pasdaran”ê tometbar kiriye.

Îtila`ata Spaha Pasdaran bi pêkanîna dosiyeyeke nû ji bo vî girtiyê siyasî yê Kurd pêşî ji azadkirina vî girtine, û ev yek jî di demekê de ye ku, dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Azerbaycana Rojava, derheqê qetlkirina endamên “Spaha Pasdaran” bê tawan nas kiribû.

Rêbendana sala 1396`an, cezaya îdamkirina “Saman Nesîm” hatibû rakirin, û cezayê navbirî ji bo 5 salan hepsê hatibû guhertin, herwisa “Ezîz Mojdêhî” parêzerê vî girtiyê siyasî yê Kurd tevî piştrastkirina wê nûçeyê, “Saman Nesîm” agehdarê wê cezayî kiribû.

Herwisa Saziya Lêborîn a Navneteweyî jî, bi belavkirina daxuyanyekê derheqê rakirina cezaya îdamkirina vî girtiyê siyasî yê Kurd ragehandibû ku: “Saman Nesîm” li dema destbiserkirinê de, temenê wî li jêr 18 saliyê de bûye, û dana cezaya îdamê ji navbirî re binpêkirina yasayên navneteweyî yên derheqê mafê mirovan û herwisa binpêkirina Konvansiyona Mafê Zarokan e, ku Îran jî dibe rêz ji van yasayên navneteweyî bigre.

“Saman Nesîm” di Xermanana sala 1373`an ji dayîk bûye, û xelkê bajarê Merîwan a girêdayî parêzgeha Kurdistanê ye, û navirî di 26`ê Pûşpera 1390`î de, di dema ku tenê 17 sal temen hebûye li encama şerê digel hêzên Spaha Pasdaran li sînorê bajarê Serdeştê hatibû binçavkirin, û ji bo heyama du mehan di odeya takekesî ya “Hifazeta” a Îtila`ata Spaha Pasdaran a Urmiyê di bin lêpirsîn û îşkenceyê de bûye, û piştre jî ji bo girtîgeha bajarê Mehabadê hatibû veguhastin.
Di encamê de jî navbirî bi tohmeta “Muharibe” û herwisa endambûn di yek ji partiyên Kurdî yên opozisyonên Îranê, ji aliyê dadgeha Şoreş a Mehabadê, cezaya îdamkirinê jê re hatibû birîn, û ev cezaya ji aliyê dadgeha pêdeçûnê ya parêzgeha Azerbaycana Rojava, di meha Sermaweza 92an de, di taya 32 a Dîwana Bilind ya welat, ew ceza wek xwe hate piştrastkirin.