Saman Nesîm bo “Pizîşkê Yasayî” li Urmiyê hate veguhaztin

22:23 - 11 Şibat 2016
Ajnsa Kurdpa: Taya 12 a Dadgeha Keyferî a Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Urmiyê, “Hejmartina hejmaran” wek pîvana têgihîştin a Aweziyane (Balixbûna ji aliyê eql ve) bo girtiyê siyasî yê Kurd bi kar anî.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Kurdpa yê, di naverasta heyva Rêbendanê de, “Pizîşka Yasayî” a bajarê Urmiyê, nirxandin bo temenê “Balixbûn” a girtiyê siyasî Saman Nesîm encam dan.

Di vê kiryara ecên û bê mînak yê pizîşkê cihê baweriya dezgeha dadweriya Îranê, çend pirsyar ji girtiyê siyasî ê Kurd Saman Nesîmî hatine kirin ku têkilîdar in bi hejmartin û navê rojên Heftiyê.

Encamdana ev cerbandina ecêb, bi merema nirxandina temenê balixbûna Saman Nesîn katiye kirin ku di dema encamdana tawanê de temenê wî 17 sal bûye.

Her di vê derheqê de hate ragehandin ku, qirar bû bi heman meremê û careke din Saman Nesîm bona ducarîkirina ceribandin û nirxandina balixbûnê, bişînin pizîşka yasayî ya bajarê Selmasê, lê bi sedemek nediya, hêj navbirî nehatiye veguhaztin.

Saman Nesîmî ku 26’ê Pûşpera sala 1390’an li ser sînorê Serdeştê hate binçavkirin, tometa kuştina endamekî Sipaha Pasdaran biser de hatiye sepandin, û dezgeha dadweriya Îranê jî dixwaze, bi hinceta vê ku “Qisas” û “Cezaya Keyferî” ji hevdu cuda ne, navbirî bidarve bike.

Eva di demekî de ye ku rêkxistina Lêborîna Navnetewî heyamek berî niha di raporekî d ragehand ku bi dehan zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, di Îranê de li benda bidarvekrinê ne.

Hewceyî basê ye ku tenê di sala 2014’an de, 13 zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de bûn, di Îranê de hatine bidarvekirin.