Saman Nesîm bê xwedî nehîştin

14:17 - 19 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Di nêzbûna dema darvekirina Saman Nesîm- Çalakvanê siyasî ê Kurd (ji aliyê hikûmeta Îslamitya Îranê ve), Saziyên mafên mirovan, Çalakvanên sivîl, siyasî û rojnamevanên hundirê Îranê û derve, (sekinandina hukmê) wî girtiyê Kurd li zindana Urmiyê, destek kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Navendên mafên mirovan, Çalakvanên sivîl, civakî, siyasî, mafên miron û çandî, her yek bi belavkirina daxuyaniyeke taybet, piştevaniya xwe bi rawestandina hukmê muhtemel ê darvekirina Saman Nesîm li girtîgeha navendî a Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê re ragihandin.

Herwiha Fedrasiyona Navneteweyî a Civakên Mafên Mirovan û Saziyên Îranê yên endamên wan Fidrasiyonan, Civaka Berevanî kirin ji mafên mirovan û Saziya Parastina mafên mirovan, bi belavkirina daxuyaniyeke nivîskî, ji karbidestên hikûmeta Îslamiya Îranê xwestin îdamkirina Saman Nesîm bidin sekinandin û demildest darvekirna wî ku dijî mafên mirovan û neyasayî ye bidin îbtal kirin.

\"24840.jpg\"
Evdul kerîm Lahîcî : Berdevamiya zindan, bêrêzî û eşkencekirina Saman Nesîm nayê pejiranduin û ew yek dijî mafên mirovan e
Evdul kerîm Larîcî Serokê Fedrasiyona Navneteweyî a Civakêçn Mafên Mirovan got: Berdevamiya zindan , bêrêzî û eşîkencekirina Saman Nesîm nayê pejirandin û ew yek dijî mafên mirovan e. Saman divê gor dadgeheke dadperwerane bê darizandin.
Beriya niha Çavdêrê Mafên Mirovam daxuyaniyek weşan dibû û raya giştî ji darvekirina muhtemel a Saman Nesîm agah dar kiribû.

Hêjayî gotinê ye welatê Norwêjê û hindek welatên Ewropayî jî, ji Îranê xwestin darvekirina Saman Nesîm bidin ravestandin.

Her li ser vê pirsê 21 girtiyên zindana Kereca Îranê ji, daxwaza birêve ne birina hukm îdam kirina Saman kirin.

Di beşek li nameya wan 21 zindaniyan de hatiye: Makîneya darvekirina wê hikûmeta sitemkar, bêrehim, qaşo mafên mirovan û hemu behayên Demokratîk û mirovahî, bi tundî dest bi xebatê kiriye û bi awayekî navînî û normal, rojane nêzî 3 kesan bi dar ve dike (didaliqîne) û winda dike bi cûrekî ku li çav nifûsa wî welatî, (ji aliyê darvekirinê de) Îran di pileya yekem a cîhanî de bi cih dibe. Lê berovajî vê yekê (li çav azadiya bîr û hizir(beyan)), di pileya 173’emîn de ye! roj nebe bi hincetên cihêreng, hukmên darvekirinê li dozgeriyên neyasayî ên Îranê neyên birêve birin, her roj bi bêgunehî hemwelatî ji aliyê wê hikûmetê ve tên daliqandin. Serbarê wan hemû gotinan! mixabin benikê darvekirnê roj pey roj li welatê Îranê qahîmtir bi stûrtir dibe.

Îmzekerên wê nameyê ji hemû Saziyên mafên mirovan, çavkaniyên Navneteweyî, Raportêrê taybet ê mafên mirovan li Saziya Neteweyên Yekbûyî- Ehmed Şehîd xwestin wî hukmê ne mirovane bidin îbtal kirin.

Ji aliyekî din ve hejmarek çalakvanên sivîl ên Kurdistanê, di nameyeke servekirî de ji wezîrê Ewlekari (Îtilaat) ê Îranê xwestin Saman neyê îdam kirin.

Wajokerên nameyê xwestin hukê îdamkirina Saman bê sekinandin

Îmzakerên nameyê ji Wezareta Ewlekarî (Îtilaat)a Îranê ê xwestin, bi sekinandina hukmê Îdam kirina Saman Nesîm, derfeteke din bidin aşîtî , ewlekarî û biratiyê.

Her li ser vê pirsê zêdeyî 300 çalakvanên siyasî , civakî, çandî, bi wajikirina daxuyaniyeke hevpar, xwestin hukmê îdam kirinê bê rawestandin.

Daxuyaniya wan çalakvanan li rûpela “Facbookî” a destekkirina Saman Nesîm de hatiye belav kirn û tê de ji welatê Îranê hatiye xwestin,di demeke nêz de wî hukmî bidin sekinandin.

Saman Nesîm 20 salî û xelkê Merîwana rojhilatê Kurdistanê ye ku dema binçavkirnê de tenê 17 sal bi temen bûye.

Navborî tîrmeha sala 2011-2012’an, di pevçûnekî ligel hêzên Sipaha Pasdaran a hikûmeta Îslamiya Îranê, li Serdeşta rojhilatê kurdistanê hat girtin û pitî du meh eşkence li Urmiyê, bo zindana Mehabadê hat veguhestin.

Di encamê de Saman Nesîm bi tometa endam bûn li yek ji partiyên opozosiyona hikûmeta Îslamiya Îranê, herwiha, Hemeberî Xwedê derketin (miharibe), bi cezayê darvekirinê hat mehkûm kirin û liqa 32 a Dîwana Bilinda welatê Îranê jî, ew hukim pejirand.