Salnameya Kurdî a 2013an li Sitembulê hat bilav kirin

14:57 - 11 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa:Bi alîkariya Kovara Nûbihar, Salnameya Kurdî a 2013an li bajarê Sitembulê hat bilav kirin.Salnameya Kurdî a Nûbihar bi şêwazê nivîsandina helbestên, helbestvanên naskirî û ayetên Qurana pîroz hate bilav kirin.

Li gor rapora Kurd Pirês,ê’ bi nêzîk bûn li sala teze a Zayinî,Salnameya Kurdî a 2013an hat bilav kirin. Li salnameyê de jibilî anina navên meh û rojan bi Kurdî, di perawêza her rûpelekê, ayeteke Quranê, Hedîsek, gotinek pêkenin û du beyt helbest bi Kurdî hatine nivîsandin.

Her wisa çaxê bangê niwêjê li Kurdistanê û kortiyek ji jîyannameya helbestvanên Kurd û ji wan Melayê Cizirî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teran û Şêx Seîdê Pîran û Bedî El Zemanê Kurdî , ji taybetmendiyên vê Salnameyê ne ku têde hatine weşandin.

Cihê gotinêye ku Kovara Nûbihar li sala 1992 ê tê bilav kirin û gelek ji rêveber û berpirsyarên Kovara han ser bi tevgera Îslamî a Tirkîyê ne û di heman çax de bilavkerekî mezin a kitêbên Olî îdare dike.