“Salar Çawuşî” bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Bokanê hate veguhastin

17:06 - 24 Kanûna Paşîn 2021

Îro Yekşemî 5ê Rêbendanê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Salar Çawuşî” kurê Ebdullah û xelk gundê “Hacîlek” yê girêdayê devera “Çomê Mecîdxan” a ser bi bajarê Bokanê bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Cezaya du sal a wî welatiyê li taya 13 a dadgeha pêdaçûnê ya bajarê Urmiyê bi 6 meh girtîgeha teizîrî hatibû kêmkirin û ew cezaye Sermaweza îsal piştî pejirandin li dadgeha pêdaçûnê bi navbirî re hatibû ragihandin.

Ew welatiye berê jî li taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, bi du sal girtîgeha teizîrî hatibû cezadan.

Roja Duşemî 10ê Xermananê, “Salar Çawuşî” piştî gazîkirin bo îdareya Îtilaata bajarê Bokanê hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wî navbirî bi danîna barimteyê hatibû serbestkirin.