Sala nû ya Kurdî li Kamyaranê bilind hat nirxandin+ Wêne

15:29 - 25 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Merasîma cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî, ji aliyê hemwelatiyên Kurd ên gundê “Palingan” li Kamyarana rojhilatê Kurdistanê( bi gerandina guvendê û pêxistina agir) hat lidar xistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja sêşemî 24’ê Şibatê, gor edet û rê û resmên kevin ên Kurdî, di piraniya bajrên Kurdistanê, merasîma sala 2715’an a Kurdî, bi beşdariya hejmarek zor ji hemwelatiyan birê ve çû.

Hevdem ligel rêûresma dîrokî a sala nû ya Kurdî, li gundê “Payengan ê ser bi Kamyaran, ew gundê kevn di mîrata cîhanî ya “YNSKO” de hat mayînde kirin.

Ji aliyekî din ve welatiyên ola“Yarsan” li bajarê “Dalaho ”yê ser bi Kirmaşana rojhilatê kurdistanê jî, hemû salan 24’ê Şibatê li gundê “Tuwîşamî”ê ser bi “Dalaho”cejna sala nû ya Kurdî lidar dixin.

Sala nû ya Kurdî, bi serdemê dewleta Mad (bi rêberiya Diyakoyê Yekem li Higmetane (Hemedana îro) 2715 sal beriya niha vedigere). Tarîxa damezrandina dewleta Mad, wek destpêka sala nû ya Kurdî hatiye destnîşan kirin.

Celîl Ebasî- Dîroknasê Kurd di hevpeyvînekî ligel ajansa Kurdpa ragihand: Pêxistina agirê Newrozê li gundên “Palingan”, “Diyozna” û çend gundên din ên rojhilatê Kurdistanê, bi dewrana “Mîtraîsm ”vedigere.
Ebasî amaje bi vê yekê jî kir: Ew sunet û rêûresma dîrokî, beriya ola Zerdeşt jî birê ve diçû ku 4 hezar sal bi ser re dibihorin. Heya niha jî sala nû ya Kurdî li hindek deverên Kurdistanê bi heman şopa kevnar û rastîna xwe tê parastin.

\"24968.jpg\"

\"24972.jpg\"

\"24970.jpg\"

\"24971.jpg\"