Sala Borî 1500 Penaber Li Nav Behra Sipî De Xendiqîne

12:27 - 2 Şibat 2012
Kurdpa: Komisiyona Bilind ya Karûbarên Penaberên ser bi Netewên Yekbûyî eşkere kir sala 2011-an zêdeyî 1,500 kes li dema hewildan bo derbazbûn ji ava sipî û gihîştin bi ewrûpa xendiqîne yan bê ser û şûn bûne.

Sîbîla Wîlîks, berdevkê Komîsiyona Penaberan raginad: ev asta mirinê ji sala2006-an ve heta niha bê mînak bûye.

Navbirî herwiha dibêje ku ji sala 2011-an 58,000 penaberên rojhilatê karîne ji rêya behra sipî xwe bigehînin welatê Yûnan, Îtaliya û Malta.