“Sakar Eynî” tûşî vîrûsa koronayê bû

19:26 - 15 Hezîran 2021

Roja Duşemî 24`ê Cozerdan, ceribandina koronayê ya “Sakar Eynî”, çalakvanê girtî yê xelkê bajarê Mihabadê di qerentîneya girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de erênî hate ragihandin.

Çavkaniyeke agehdar a nêzî malbata “Sakar Eynî” tevî piştrastkirina wê nûçeyê bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihand: Piştî ragihandina erênîbûna ceribandina koronayê ya wî çalakvanê Kurd, navbirî bo yek ji silulên benda emin ên girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye veguhastin. 

Roja Sêşemî 11`ê Cozerdan, ew welatiye piştî derbasbûna nêzî 5 mehan ji binçavkirina wî, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hate veguhastin.  

Roja Şemî 20`ê Befranbara sala 1399`an, “Sakar Eynî” ji aliyê hêzên ewlehî yên ser bi Îtila`ata Spahê li bajarê Tehranê, hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyke yasayî, ew welatiyê Kurd binçav kiribûn û ew bo lêkolînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastin.

“Sakar Eynî”, xwediyê birwanameya zanista bajarsazî li zanîngeha bajarê “Urmiyê” ye.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Ferzad Samanî” û “Sakar Eyînî”de hatiye sepandin, ti zaniyaryek ji ber dest nîne.