Rûsiyê di Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de serneket

15:17 - 29 Çirriya pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, berbijêriya Rûsiyayê, bona endametiya di şêvra mafê mirovan a wê rêxistînê de red kir.

Berê jî zêdeyî 80 navendên mafê mirovan, û gihandina halîkariyê, ji endamên NY daxwaz kiribûn, ku Rûsiye bi sebeba çalakiyên xwe yên leşkerî û êrîşên berdewam li ser sivîlan, ji endametiya di şêvra mafê mirovan bê derxistin.

Wan navendan pirs kirin ku,gelo rola Rûsiyê di Sûriyê de, di çarçoveya çalakiyên leşkerî de, ku bizanebûn, xelkê sivîl dike armanca bombebarana xwe,dikare di xizmeta armancên NY de be?

Serbarê vê ku berdewam Rûsiye, ji aliyê Amerîkayê û hevalbendên wê ve, rastî rexneyan tê, ku nabe piştgiriya Beşar Esed bike, lê Rûsiye berdewam e li ser piştgiriya Beşar Esed. Di êrîşên hevayî ên Rûsiyê de, li ser bajarê Helebê, berdewam zarok dibin qurbanî.

Sendoqa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî roja borî ragehandibû: “Li êreşeke hevayî, li ser dibistanekê, li navçeya di bin kontirola serhildêran di Idliba Sûriyê de, herî kêm 22 zarok û 6 mamostayan jiyana xwe ji dest dane. UNICEF’ê jî gotibû ku, ev “felaket”eger bizanebûn be, “cinayeta şer” e.