Rostem Cehangîrî: Bi nebûna çalakiya partiyên Kurdî li Îranê ciwanên Kurd dibin DAÎŞ’î

20:18 - 24 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Doh rûpelên Facbookî û torên civakî ên ser bi DAÎŞ, nûçeya tevlî bûna hejmarek ji xortên rojhilatê Kurdistanê bo nav wê rêxistinê ragihand.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, peyçeke tora civakî a ser bi DAÎŞ’ê belav kiriye ku di çend rojên borî de, 18 Kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwe gihandine nav girûpa çekdarên DAÎŞ’ê.

Wê rûpela Facbookî a ser bi DAÎŞ, amaje bi vê yekê jî kir: 6 kes ji wan kurdan ku gihîştine DAÎŞ’ê amade bûna xwe bo karekî xwekujî nîşan dane.

Pêştir jî ajansa Kurdpa bi piştgiriya peyamnêrên xwe ên hundrê Îranê û Peyçên DAÎŞ’ê, tevlîbûna zêdeyî 30 ciwanê Kurd bo nav DAÎŞ, li bajarên Mehabad û Seqiz li rojhilatê Kurdistanê pişt rast kiribûn.

\"24965.jpg\"
Rostem Cehangîrî Endamê Mekteba Siyas a PDKÎ
Endamê Polîtboroya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê – Rostem Cehangîrî li bersiva pirsa peyamnêrê Kurdpa, Gelo! heya çi radeyekî partiyên Kurdî li pêşî girtina teblîxên Îslamiyên tundrê li Îranê( ku gor dilê wî welatî ye) bûne asateng? got: Di heyamê zêdeyî 10 salên borî de, çalakiyên Îslamiyên tundrê rû bi geşbûnê kirine, berevajî vê, partiyên Kurdî meydan ji bo her çalikiyekî xalû kirine, ev jî bûye sedem da roj pey roj ciwanên me rû bi DAÎŞ’ê bikin.

Wî endamê Mekteba Siyasî a PDKÎ amaje bi vê yekê jî kir: Zext û givaşên hikûmeta Îslamiya Îranê li ser hemwelatiyan, nerazîbûna xelkê li rewşa xirab a jiyanê û sîtema hakimiyeta Îranê, nemaze li rojhilatê Kurdistanê, dibine sebebê çûna ciwanan bo nav DAÎŞ’ê.

Rostem Cehangîrî di berdewamiya axaftina xwe de tevî mezintir nirxandin têkel bûna ciwanan bo nav DAÎŞ li vê rewşa heyî û vegerîna vê bi çavkaniyeke girîngtir, bilêv kir: Her piroseyeke siyasî û aydolojî ku hengav hildigre alîgiran dor xwe berhev dike û gor rewşa civakê jî hejmarek kes tevlî wan dibin, lê eva bi wê wateyê nîne ku Selefiyên Cîhadî hember bîra netewî bibin asteng û cihê vê bigrin.

Navborî di dawiya pirsa peyamnrê Kurd li ser vê yekê gelo! helwesta PDKÎ hembe teblîxatê Îslamiyên tundrew Li Kurdistanê çiye? got: Ew pirs li Komîteya Navendî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ketiye ber behs û gotûbêjan ku dê pêşe rojê de eşkere bibe.