Rojnameya “Araz” îznê nade babet bi zimanê Kurdî bihên bilav kirin

13:11 - 20 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Rojnameya Araz piştî salek û çar mehan çap û bilav bûnê, heya niha ji bilav kirina babetan bi zimanê Kurdî xwe parastiye.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, xwedî êmtiyaz û sernivîskarê rojnameya “Araz a Azerbaycan”ê li heyamê salek û çend mehan berî niha îzna bilav kirina babet û mijaran bi zimanê Kurdî nade.

rojnameya Araz li destpêkê de biryar bû bi Sê zimanên Kurdî û Farisî û Azerî bihê çap û bilav kirin, lê heya niha ser barî pêdagirî û lêpirsîna nivîskarên Kurd ên bajarê Urmîyê, îzna çap û bilav kirina babetan bi Kurdî nade û ew yek li demekê deye ku karbidestên rojnameya han pere jibo her 3’ê zimanan ji Îdareya Ferheng û Îrşad a Îslamî werdigire, lê haya niha li çap û bilav kirina babeta bi zimanê Kurdî xwe parastine..