Rojnamevanekî Kurd ji aliyê Îtila`ata bajarê Seqizê ve hate gazîkirin

17:58 - 19 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Rojnamevanekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê Îtila`ata wî bajarî ve hate qazîkirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 26`ê Befranbarê, “Dara Mistofî” rojnamevanê Kurd ê xelkê bajarê Seqizê, bo îdareya Îtila`atê hate qazîkirin û hêzên Îtila`atê çend demjimêran digel wî lêkolîn kirine.

Hêzên Îtila`atê gef li wî rojnamevanê xwaribûn ku di egera belavkirina gotaran li ser Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê, dê digel cezayên giran rûbirû bibe.

Hêzên Îtila`atê roja Duşemî 23`ê Befranbarê, ew rojnamevanê Kurd ji rêya telefonê ve agehdar kiribûn, ku dibe roja Pêncşemî 26`ê Befranbarê, xwe bi îdareya Îtila`ata bajarê Seqizê bide naskirin.

“Dara Mistofî” xwendakarê civaknasî ya zanîngeha Kurdistan a bajarê Sineyê ye, ku di meha derbasbûyî de, çend caran bo navendên Îtila`atê hatibû gazîkirin.