Rojnamenivîsekî Kurd dest bi gireva biçîbûnê kir

15:47 - 7 Kanûna pêşîn 2017
Ajansa Kurdpa: Rojnamenivîs û helbestvanê Kurd bi sebeba dabînnekirina daxazên wî ji aliyê berpirsên giritîgeha “Wekîl Awa” a bajarê Meşhedê dest bi gireva birçîbûnê kir.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, roja Duşemî 14`ê Sermawêza 1396`an, “Elîriza Spahîlayîn” rojnamenivîs û helbestvanê Kurd ê akênciyê bajarê Meşhedê, ku di demên borî de hatibû binçavkirin, bi sebeba dabînnekirina xwastekên wî, navbirî dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Wî rojnamenivîsê Kurd ku, di hefteya derbazbûye de hatibû binçavkirin, dadgehê ji bo azadkirina wî dawa barimteya 20 milyonî Tûmenî jê kiribû, û roja Pêncuşemî jî birayê wî rojnamenivîsê Kurd barimteyê amade dike, lê dadwer îzina murexesiyê jê re nade.

Çavkaniyekî haydar di vê derheqê de ji Ajansa “Kurdpa”yê re dide zanîn ku, tevî dabînkirina barimteyê jî, heta anîna yek ji karsazan weke kefîl, dadwer îzna murexesiyê ji wî rojnamevanê Kurd re nade, û “Elîriza Spahîlayîn” her bi vê sebebê jî dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

Roja Pêncşemî 9`ê Sermawêza 1396`an,” Elîriza Spahîlayîn” rojnamenivîs û helbestvanê Kurd di bajarê Meşhedê de hatibû binçavkirin.

Ev rojnamenivîsê Kurd di sala 1350`î li gundê “Seng Dîwar” ê hatiye dine, û heyanî niha 10 pirtûk bi zimanên Kurdî û Farsî çap û belav kirine.