Rojnamenivîsek Kurd li Îranê de Xelat Wergirt !

13:07 - 4 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Çalakek rojnamenivîs ê xelkê bajarê Qesira Şîrîn di nozdehimîn festîvala çapemeniyê de serkevtin bi dest anî.

Feyzylla Pirî ronmanivîsê heftînameya “Sîrwan”li pişka nivîsandina raporên festivalekê li asta Îranê pileya sêhem bidest anî.

Di festîvalê de dehan rojnamenivîs û çalakên mêdyayi li ser asta Îranê pişikdar bûn û di dawiya festîvalê de kesên serkevtî hatin xelat kirin.

\"11388.jpg\"
Feyzull Pirî berê jî li çendîn mêhricanan de wek Mirata Ferehngî û çapemeniyan li ser asta Îranê serkevtin bidest anîbûn.

Navbirî serbarê vê yekê ku di sala 2007’an wek rojname nivîsek baş ê parêzgeha Kurdistanê hatibû destnîşan kirin. Lê piştî sal û nivekê kar di heftînameya Sîrwan de li ser kar hat derkirin.

Feyzull Pirî ji dayîk bûyê sala 1980’an li bajarê Qesira Şîrîn a ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye û 14 salen karê rojnamenivîsiyê dike û niha jî yek ji endamên desteya nivîskarên heftînameya Sîrwane.