Rojnamenivîsek Kurd bi neçarî ji welêt hate der

12:32 - 13 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Madih Nezerî Rojnamenivîsê xelkê bajarê Sinê û sernivîskarê Heftînameya “Dîdgah”seva zext û givaşên hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê bi neçarî ji welat reviya û jibo welatê Turkiyê çû.

Madih Nezerî di pêywendiyek telefonî de tevî ajansa kurdpa ragehand: Heyamek beriya niha hêzên Îttlatî li bajarê Sinê di pêywendiyek telefonî de daxwaz ji min kirin ku serdana Îdareya Îttlatê bikim, lê seva vê yekê ku min hest bi metirsiyê kir , min xwe neda nasîn û bi neçarî min welat bi cî hêla.

Rojnamevanê Kurd eşkere kir ku çendîn car seva eşkere kirina dizî û gendeliyên parêzgarê Kurdistanê li heftînameya Dîdgah de , ji aliyê hêzên Îttlatî hatime gazî kirin û piştre bi wajo kirinê û dana belênnamê û danîna barimteyê hatime azad kirin.

Sernivîskarê Heftînameya Dîdgah bas ji vê yekê jî kir ku li heyamê îsal de 2 car ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Sinê hatiye girtin û kevtiye bin zext û lêkolînê.

\"11518.jpg\"
Madih Nezerî baê vê yekê jî kir ku di Hezîran îsal de hêzên Îttlatî li bajarê Sinê di pêywendiyek telefonî de daxwaz kirin ku xwe bi Îdareya Îttlat a wî bajarî bidim nas kirin ku piştî xwe nasandinê hatim girtin û jibo heyamê 2 mehan bi avayek berdewam di bin zext û lêpirsînê de bûm û paşê bi danina barimteya 20 milyon timenî hatim azad kirin.
Sernivîskarê heftînameya Dîdgah got: Cara duyan ku ez li deftera heftînameyê hatim girtin û piştre bi bê amadebûna min li dadgeha Şoreş a bajarê Sinê bi 5 salan zîndanê hatim mehkûm kirin û paşê bi danina barimteya 30 milyonî hatim azad kirin.

Madih nezerî rojnamenivîs û sernivîskarê heftenameya Dîdgah heyamek beriya niha ji aliyê hêzên Îttlatî yên wî bajarî hatibû girtin û bi neçarî welat bicî hêştiye û li komîsaryaya bilin a penaberan li Turkiyê daxwaza penaberiyê kiriye .

Ji aliyek din Şîwa Gencî xêzana navbirî seva qise kirin tevî mêdyayan li ser rewşa nediyar a mêrê xwe ,ji aliyê Îdareya Îttlat hatiye gazî kirin û belên jê hatiye wergirtin.Şîwa seva zext û givaşên dewletê 2 rojan li nexweşxaneya Sinê di bin çavedêriya pizişkî de bûye.