Rojhilatê Kurdistan/ Xwendekar bi sedema bîr û bawerên şexsî ji zanîngehan tên dûr xistin

13:44 - 3 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: 3 xwendekarên Kurd ên bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê, piştî qebûlbûn bo zaninîngehê, bi sedema baweriya olî ji xwendiidinê hatin bêpar kirin.


Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, bi sedema baweriya olî, nehîştinin 3 welatiyên Kurd (endamên “Mekteba Quran” ya Sine), xwendina zanîngehê dest pêbikin.

Nasnameya wan sê kesane: Ehmed Qureyşî (endazyarê Elektrîkî), Reşad Hujberî endazyarê Bajar sazî û Purya Merdoxî endazyarê Teknîkî hatiye ragihandin.

\"24511.jpg\"
Reşad Hujberî, Ehmed Qureyşî û Purya Merdox rûhanî e endamên Mekteba Quran li Sine
Gorî raporta peyamnêrê Kurdpa li Sine a rojhilatê Kurdistanê, Havîna derbas bûyî ew sê endamên Mektaba Quranê ya Ehmed Muftîzade, ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê ve hatibûn bangkirin.
Ji aliyek din ve, roja yekşemî 1’ê şibata 2015’an, çalakvanekî Kurd ê bi nave- Mêhrdad Emîn Wezîr, bo dozgeriya bajarê Sine hatibû bang kirin.
Ew çalakvan bervar 29’ê Çileya Pêşîn a 2014’an, ji aliyê hêzên bi kincên şexsî ên ser bi hikûmeta Îranê ve hatibû binçavkirin û piştre wî dest bi greva birçîbûna 3 rojan kirbû ku di encamê de bi danîna barmteyeke giran hatibû berdan.