Roja cîhanî ya jîngehparêzî ji Urmiye heya Îlamê bilind hat nirxand in+

15:40 - 25 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Li roja cîhanî ya parastina xweza û suriştê, çalakvanên hezkiriyên xweza û ekolojî li rojhilatê Kurdistan, di çarçoveya paqij xwedî kirin û xweşik kirina şînahiya Kurdistanê de, çalakî li dar xistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî 22`ê Nîsanê , bi boneya roja cîhanî ya jîngeh parêzî (erdê xawên) park , mekanên olî û xezaya bajarê Sîrwana parêzgeha Îlamê, ji aliyê xwendevanên keç yên dibistanên seretayî ên wî bajarî ve hatin paqij kirin.

Ew çalakî bi awayekî girûpî, bi armanca hevkarî kirina xwendevanan di çalakiyên jîngeh parêz û bi cih kirina wan çalakiyan di çarçoveyeke çandî de hatine encamdan.

Ji aliyekî din ve bi boneya vê rojê, 200 xwendevanan, rixistinên jîngeh parêzî û berpirsên îdareyên leşsaxî û tenduristî, derdorên gola Urmiyê ji ziblan paqij kirin.

Herwiha girêdayî bi wê pirsê, di çalakiyeke jîngehparêzî li Ciwanroya rojhilatê Kurdistanê, bi xawên kirina xwezayê û bihêz kirina çanda parastina xweza û sirûştê, roja cîhanî ya jîngeh parêzî bilind hat nirxand in.

Roja cîhanî ya jîngehparêzî hersal li 22`ê Nîsan(aprîl)ê, li tevahiya Cîhanê birêve diçe.

Ew bawerî (roja Cîhanî ya jîngeh parêzî) sala 1969`an ji aliyê Can Mek Kunêl – Çalakvanê aşîtî, li semînara YNSKO a derbareya jêngehê, anî ber behs û nîqaşan ku li heman salê ala jîngehparêzî hat durust kirin.

Piştre ew bawerî ji aliyê Yutant-Serokê giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê wê demê ve, pêşwazî lê hat kirin û wek rojeke cîhanî di salnameyên tevahiya cîhanê di cih girt.

Sîrwan

\"26171.jpg\"

\"26170.jpg\"

Urmiye

\"26169.jpg\"

\"26168.jpg\"

Serbêdereşehr

\"26173.jpg\"

\"26174.jpg\"

Ciwanro

\"26176.jpg\"

\"26175.jpg\"