RMMK: Tirkiye bila dawiyê bi serkutkirina Kurdan bîne

16:35 - 7 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: RMMK’ê kiryarên hikûmeta Tirkiyê li dijî herêmên Kurdakincî wekî jînosayd bi nav kir.

Li gora rapora ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, RMMK’ê di daxuyaniyekê de, kiryarên hikûmeta Tirkiyê di warê kuştara hevwelatiyên Kurd û kavilkirina gund û bajarên Kurdan bi tundî mehkûm kir.

Di vê daxuyaniyê de, ku bergeke wê bo Ajansa Kurdpa hatiye şandin, hatiye ku:

Di çend mehên borî de, û piştî têkçûna yekalî ya piroseya aştiyê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, hikûmeta vî welatî helwestên dijminkarane, ne însanî û nivşperestane girtine pêş li dijî Kurdan di piraniya beşên Kurdistanê de. Seranên dewleta Tirkiyê li Îraq û Sûriyê de, bi piştevanîkirina ji DAÎŞ’ê û bi kiryara leşkerî ya xwe li dijî xelkê Kurdistanê, wan dixin bin zextê, û derbên cidî li îradeya Kurdan li şerê li dijî DAÎŞ’ê de didin û demokrasiyêî binpê dikin.

Dewleta di bin deshilata Erdoxan de, di çend mehên borî de, bi bombebarankirina bê rawestiyan ya gund û bajarên Kurdan div î welatî de, cuda ji wêrankirina bajaran û gundan, dest bi kuştar û girtina ciwanên wî welatî, û bi taybetî xelkê asayî kiriye.

RMMK kiryarên hikûmeta Tirkiyê derheq kuştara Kurdan, û wêrankirina gund û bajarên herêmên Kurdakincî wekî nivşkujî û dijberiya digel îradeya yasayî û bi fermî naskirî di peymannameya mafê mirovan de dizane, û şermezar dike, û ji dewleta Tirkiyê daxwazê dike, ku dawiyê bi kiryarên nivşperestane bîne.

RMMK piştevaniyê ji her cure meşeke nerazîbûnê ya siyasî û medenî dike, bona bergirî ji mafê bi fermî naskirî ê kêmaniyan, ku di peymannameya mafê mirovan de hatiye, û ji xelkê Kurd û xeyrî Kurd daxwazê dike ku div ê derheqê de bêdeng nebin, û dengê xwe ê nerazîbûnê bigehînin guhê vijdanên hişyar di cîhanê de, ku Tirkiye mafê mirovan binpê dike.

RMMK

17.08.1395
07.11.2016