RMMK: Şer û êrîşên hovane û sepandî yê Tirkiyê li ser Efrînê bisekinîn in

13:27 - 12 Adar 2018
Ajansa Kurdpa: Saziya Berevankar ji mafê mirovan ya Kurdistanê, bêdengiya Saziya NY û Yekîtiya Ewropayê li hemberî êrîşên Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê bi karesat da zanîn.

Saziya Berevankar a mafê mirovan ya Kurdistanê, di daxuyanyekê de daxwaz ji navend û civatên mafên mirovan û saziyên berevankar yên mafê mirovan di seranserê cîhanê de dike ku rewşa xelkê dorpêçkirî yê bajarê Efrînê berçav bigrin.

Di beşek ji vê daxuyaniyê hatiye ku:

Ev nêzîkî 50 roj in ku artêşa Tirkiyê û girûpên cîhadî yên girêdayî bi wî welatî, di hemû aliyan de êrîşî ser kantona Efrînê di Bakûrê Sûriyê de ”Rojava” kirine, hêzên hevpar yên Tirkiyê û cîhadî ên girêdayî wê ji riya bejahî û esmanî ve, heya niha zêdey bi hezaran ton bombe, mûşek û gulle li ser xelkê bêberevan yên Efrînê de barandine. Li gorî daxuyaniyên çavkaniyên bêalî hejmarek ji gund û bajarokên kantona Efrînê ji aliyê hêzên êrîşker yên Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, û xelkên wan deveran jî bi neçarî malên xwe terikandine. Zêdeyî 300 jin û zarok û hemwelatiyên sivîl hatine kuştin, û bi dehan hezar hemwelatiyên din jî reviyane yan jî di wan deverên ku hatine dagîrkirin, hatine derxistin.

Xebatkarên Kurd piştî wê ku girûpa terorîstî a DAÎŞ`ê di Bakûrê Sûriyê de paqij kirin, û ev girûpa terorîstî di bajarê Reqa`yê de jî derxistin, hêrsa dewleta Tirkiyê jî ji encama vê hêza Kurdan derket. Ev dewleta ku niha mijûlê pêgehandin û piştevanîkirina veşartî ji DAÎŞ`ê tê hesibandin, niha bi xwe çûye qada şer û bi awayekî hovane xelkê sivîl û hêzên xebatkar yên Kurd dike armanca bombe, top û û êrîşên hovane yên xwe.

Saziya Brevankar ya Mafê Mirovan li ser vê baweriyê ye ku, êrîşên hovane û hevpar ên artêşa rasîst a Tirkiyê û girûpên cîhadî ên fendemêntal û DAÎŞ a nû bo ser Efrînê û xelkê Kurd, hewl û pilana vê dewletê ye bo jinav birina sîstema xwebirêveber û desthilata herîmî û jinav birina kantonên xwebirêveber bi tewahî rasîstane û bi armanca jînosayda neteweyî di Bakûrê Sûriyê de ye.

Di dawiya daxuyaniyê de, Saziya Berevankar ji mafê mirovan a Kurdistanê daxwaz ji wijdanên şiyar yên cîhanê dike ku bala xwe bikşînin ser cinayetên artêşa hevpar ya Tirkiyê û DAÎŞ`a nû li ser Efrînê.