RMMK: Bombardimankirina Kurdan nayê pejirandin

14:56 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Saziya Parastina Mafên Mirovan a Kurdistanê, bi derxistina daxuyaniyekî, êrîşên wê dawiyê ên hikûmeta Tirkiyê bi ser bingehên PKK û bomberdimankirina beşek ji Herêma Kurdistanê, her wiha destdirêjîkirina wî welatî bi ser rojavayê Kurdistanê , wek terorîzma dewletî destnîşan kir.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di daxuyaniya Rêxistina Berevanîkirin ji Mafên Mirovan a Kurdistanê de, kiryarên dijminane ên dewleta Tirkiyê, qaşoyî yasa û saziyên navdewletî ên mafên mirovan hatine zanîn.

Wê Saziya Mafên Mirovan, Partiya Karkerên Kurdistanê jî, bi xweragiriya zêdetir û xwe dûrxistin ji tundrewiyê , her wiha pabenbûn bi agirbestê dawet kiriye.

Naveroka wê daxuyaniyê bi wî awayî ye:

Dewleta Tirkiyê ji îna borî 25`ê temûzê ve, êrîşên hewayî ên xwe bi ser bingeh û cihên PKK destpêkiriye. Balafirên wî welatî zêdeyî 400 xalên sînorî ên başûrê Kurdistanê bombe bi ser de barandine, her wiha çend mekanên rojavayê Kurdistanê jî, ji wê êrîşê bêpar neman ku tê payîn wî agirê hesinan qurbaniyên zor bi xwe girtibe.

Tirkiye(AKP) ku bi gotina çavdêrên deverê, wek piştevanê Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam(DAÎŞ) tê naskirin, jêr navê şerê dij bi DAÎŞ, dixwaze kurdan tepeser bike û sazî û rêxistinên wan ber bi lawaz bûnê ve bibe. Ew naxwaze kantonên rojavayê Kurdistanê bigehin hev, jiberku dij bi demokirasî û bi hevrejiyanê ye; herçawan ku hikûmeta AKP ji serkevtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tengezar bû û wê dawiyê jî plana şerê dij bi PKK anî holê.

Rêxistina Beravanîkirin ji Mafên Mirovan a Kurdisatanê, êrîşên wê dawiyê ên hikûmeta Tirkiyê bi ser bingehên PKK û bombardimankirina beşek ji Herêma Kurdistanê , her wiha destdirêjîkirina wî welatî bi ser rojavayê Kurdistanê , wek terorîzma dewletî destnîşan kir.

Wê rêxistinê wiha daxuyaniya xwe domandiye: “Em wek nûnerên wê saziyê , kiryarên dijminane ên dewleta Tirkiyê qaşoyî yasa û saziyên navdewletî ên mafên mirovan dibînin û dibêjin ku ew helwesta wî welatî dê xisarên mezin û neyên qebûlkirin bi pey xwe bîne. Her wiha Em welatê Tirkiyê bi sekinandina demildest a wan êrîşan vedixwînin û ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) jî daxwaz dikin ku hêminane tevbigere û zêdetir ji caran pabendbûn bi agirbestê be.”

Tehran-Sêşem 28 july (tîrmeh) a 2015`na- 6`ê gelavêja 1394`an a Rojî

Saziya Parastina Mafên Mirovan a Kurdistanê