Riza Şrîfî Bokanî bangî dezgeha ewlwhiya sipaha pasdarana Mihabadê kirin

13:30 - 29 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: Riza Şerîfî Bokanî, girtiyê pêşde yê siyasiyê Kurd, ji xelkêşarê Bokan, ji aliyê ewlwhiya sipaha pasdarana şarê Mihabadê de hate bang kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û bi gotina serekaniyik agadar; ser êwara roja Şemî, Riza Şerîfî Bokanî, ji aliyê ewlwhiya sipaha pasdaran li şarê Mihabadê de hate agadar kirin ku saet 10ê sibêzûya roja Tekşem, xwe bi sentera êminiyê bide nasandin.

Serekaniyê ew jî got, ew xebatkarê siyasiyê Kurd li midê 2 rojên borî de bi caran ji aliyê ewlehiya sipaha pasdaran li şarê Mihabadê de telefona vî kirine ku evê tirs xistiye nawa malbat û kesên navbirî.

\"19692.jpg\"
Riza Şerîfî Bokanî, ji aliyê ewlwhiya sipaha pasdarana şarê Mihabad de hate bang kirin
Wê serekaniyê basa hindê ji kir; Riza Şerîfî Bokanî, li mide rojên borî de şend hevpeyvîn tev senter û rêxiravên mafê mirov de hebûne ku pêdiçe li vê barê de bi ewlehiya sipaha pasdaran hatibe bang kirin.

Riza Şerîfî Bokanî, li sala 1389 de ji aliyê hêzên êminiyên hukûmeta islamiya Îranê de hate girtin û paşî, şaxa 15a dadgeha inqilaba Tehran de bi tawana “ hewldan bi dij asayişa netewî” , midê 3 sal û 6 heyv hewsa teizîrî jêre birîn ku li incam de li roja 22ê Gelawêja sala 1392 de paşî 3 sal hews kêşan, ji girtîgehê berdan.

Ev xebatkarê siyasî, paşî berdan ji girtîgehê, li dema ku bi amanca vergirtina Passport, serdana dezgeha guzername kiribû, pê ragihandibûn ku “ mafê derketin ji welat çinine”.