Riza Şerîfî Bokanî, hukmê 4 sal dûr xistin ji warê xwe pê ragihandin

12:36 - 12 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Riza Şerîfî Bokanî, xebatkarê siyasiyê Kurd, ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îran, hukmê 4 sal dûr xistin bi parêzgeha Isfehan jêre birî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; Riza Şerîfî Bokanî, ji aliyê şaxa 13a dadgeha inqilaba Kerecê bi tawana belaw kirina derev û peywendî tev Ehmed Şehîd, hukmê 4 sal dûr xistin bo şarê Gulpayêgan li parêzgeha Isfehanê pêre ragihandine.

Bi gotina serekaniyik agadar, ev xebatkarê siyasî gere heya 4ê Rêbendana îsal vê biryara dadgeha şarê Kerec cîbicî bike û li şarê Gulpayêganê de cî bigre.

\"17782.jpg\"
Riza Şerîfî Bokanî, ji aliyê şaxa 13a dadgeha inqilaba Kerecê hukmê 4 sal dûr xistin bo şarê Gulpayêgan li parêzgeha Isfehanê pêre ragihandine
Ev hukmê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê bûye sedema nigeraniya malbat û kesên Riza Şerîfî Bokanî û xêncî hindê ku malbata navbirî li midê wan çend rojên borî de bi amanca ji holê rakirina vê biryarê serdana dadgeha inqilab û dadwerê giştî yê Kerecê kirine, çi incamik çinebûye û ragihanine wan ku ev hukum gere cîbicî bê kirin.

Ev biryara dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê li rewşik deye ku bi gotina kesên nêzî malbata Şerîfî Bokanî, ev xebatkarê siyasî beyê dadgehî kirinê ev hukma jêre birîne û heya li dosya vî de jî ev hukum şanî nehatiye kirin.

Riza Şerîfî Bokanî bi hegera hevpeyvîn tev ragihandinên derî welatê Îran û bi taybet tev Ehmed Şehîd li programik televîzyoniya dengê Amerîka, bi mideyê nêzî 3 heyvan li girtîgeha Recayî Şehra Kerecê bi girtîgeha Êvîn hatibû raguhastinê.