Riza Şerîfî Bokanî hê li Hevdîtina Malbatê bê par e

16:43 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Riza Şerîfî Bokanî piştî carek hevdîtina Malbatê bo demek kêm di Kabînê de hêj li Hevdîtina Malbatê bê par e.

Pêka Nûçeyê Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, Çend rojan berî niha Malbata Riza ji bo dîtina wî çobûn Gîrtîgeha Goher Deşta Kerecê lê ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hatibûn haydarkirin ku ewna nikarin Riza bibînin.

Riza Şerîfî Bokanî piştî carek hevdîtina Malbatê bo demek kêm di Kabînê de dîsa li Hevdîtina Malbatê bê par bûye û nikare wan bibîne.

Ji aliyê Hêzên Tenahî ên Komara Islamiya Îranê ve bi sedema Got û Bêj tevî Ragihandinên biyanî û dayina Raporekê bi Ehmed Şehîd, givaşên zêde bi ser Riza Şerîfî Bokanî de tên meşandin.