Rêzbenda herî nû ya girtiyên di girtîgeha “Recayî Şehr”ê de hate belavkirin

16:31 - 28 Çirriya paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Rêzbendek ji girtiyên siyasî yên di girtîgeha Recayî Şehr ya Kerecê de hate belavkirin ku, bi aliyê kêm ve çend kes ji wan Kurd in, û bi sedema çalakiyên siyasî hatine cezadan.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, di nava vê rêzbendê de, navê çend kes ji çalakvanên Kurd xûya dike ku bi sedema çalakiyên siyasî û daxwaza mafên xwe yên rewa û despêkî, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê û Dezgeha Îtila’atê ve hatine binçavkirin û niha di benda 4 ya Salona 12 ya wî girtîgehî de, hatine sekinandin.

Xalîd Fereydûnî, Zanyar Moradî, Omer Feqîbûr, Loqman Moradî, Mohemmed Nezerî û Hoşeng Rizayî, navê wan çalakane ku di girtîgeha Recayî Şehrê de binçav in.

Hewceyî basê ye ku Komara Îslamî ya Îranê her di despêka hatineserkar a xwe, bi hemû awayekî çalakên siyasî yên Kurd destbiser dike û cezayên dirêjmideh biser wan de disepîne.