Rêxistina Mafê Mirova Kurdistanê daxûyaanîyek bilav kir

14:32 - 17 Kanûna Paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Rêxistina Mafê Mirova Kurdistanê li daxûyanîyekê de bilav kir ku Mihemed Sidîq Kebûdwend di heyamê mirexesiya xwede tu şirove û hevpêvîn encam nedane.

Di heyamê çend rojên bihorî de gelek ji Mêdyayên ser bi Komara Îslamî a Îranê îdia kirin ku Mihemd Sidîq Kebûdwen li hevpêvînekê tevî Yekeytiya Xwendekarên Demokrat ên Kurd li zanîngeha Elame Tebatebayî, hemû Partî û Rêxistinên Kurdî bi derfet perest daye zanîn.
Kebûdwend li berwar 3’ê Befranbarê bi danina barimtê çûye mirexesiyê.

Deqa daxûyaniya Rêxistina Mafê Mirova Kurdistanê wek xwe tê bilav kirin.

Daxûyanî !

Em we haydar dikin ku Mihemed Sidîq Kebûdwend li heyamê mirexesiya xwe de tu hevpêvîn û qiseyek ji hatiye qedexe kirin û heya niha li encamp dana hevpêvîn û qise kirinê xwe parastiye.”malbata Kebûdwend pêdagirin ku mihemed Sidîq Kebûdwend li heyamê mirexesiya xwede hemû yasa li ber çav girtine û çi hevpêvînek tevî çi Medya û kanalekê nekiriye.
Bi vê armancê bilav bûna her nivîsekê bi nave Mihemed Sidîq Kebûdwend bi dûr ji rastiyê dizanin.

26’ê Befranbara Sala 1391 a Rojî
15’ê January a 2013 a zayinî
Rêxistina Mafê Mirova Kurdistanê