Rewşa xiraba tendurustiya girtiyik Kurd paşî 23 rojan girêva birsî bûnêû xemsariya berpirsan

22:00 - 31 Tebax 2014
Ajansa Kurdpa: serweyî girêva bisî bûna Kerîm Mûsa Zadê li girtîgeha Bender Ebbas de, xwestên vî girtiyê siyasiyê Kurd tev xemsariya dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê rûberûye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, girtiyik siyasiyê Kurd, ji roja 18ê gelawêjê de, bo protesto kirina riftara berpirsên girtîgehê tev vîû rêgirî ji çareseriya midîkal, li girêva birsî bûnê deye.

Kerîm Mûsa Zadê ku bi rewşa dûr xistinê li benda 7a wî girtîgehê deye, tûşî nexweşiyên meide û hinavane.

Kempêyna bergirî ji girtîyên siyasîû sivîl li raportik de ragihand: rewşa tendurustiya Kerîm Mûsa Zadê, li wan 23 rojan de, ber bi xirabî diçe.

Ev girtiyê siyasiyê Kurd, ji xelkê Ormî, ku li 7ê Gelawêja sala 1388 de hatibû girtin, li 30ê Sermaweza vê salê de, ji girtîgeha sêntrala Ormiyê bi girtîgeha Bender Ebbas, hate dûrxistin.

Ev bi 6 salan hewsa teizîrî bi dûrxistin hatiye mehkûm kirinê.

Şarê Bender Ebbas, pitir ji 2000Km ji warê Kerîm Mûsa Zadê dûre û kelatiya hewa li havînan de kelatiya hewa nêzî 50 pila Santî girad ser sifre germ dibe.