Rewşa Tendurustiya Girtiyê Kurd, Wuriya Xosrewî Xirab E

12:32 - 13 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Rewşa tendurustiya jîngehparêzekî bajarê Sine ku 20 rojan beriya niha ji aliyê hêzên Îtilaatê ên Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin, xirab e.

Li gor nûçeya nûçegihaniye Ajansa Kurdpa li bajarê Sine, Wuriya Xosrewî çalakê jîngehparêz û xelkê Bajaroka Hesen Awa 20 rojan beriya niha ji aliyê hêzên Îtilaatî ya bajarê Sine hate destbiserkirin û bo navenda ewlehiyê binekya Îtilaata vî bajarê hat vegustin.

Her di vê pêwendiyê de malbata navbirî nîgeraniya xwe derbarê rewşa tendurustiya Wuriya diyar kirine û dibêjin “Wuriya li jêr givaşa ruhî û cismî de ye.” Ew herwiha daxwaza pêdeçûnê ne derheq rewşa Xosrewî ji aliyê navendên mafê mirovan.

Wuriya Xosrewî ji çalakên jîngehparêz û endamê Civata Kesk ya Kurdistanê ye.