Rewşa tendirustiya girtiyê siyasî yê Kurd yê di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de xirab e

15:25 - 25 Çirriya pêşîn 2018
Ajansa Kurdpa: Girtiyê siyasî yê Kurd yê xelkê devera Mirgewer, yê di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de, rewşa wî xirab hatiye ragehandin.

Li gorî nûçeyên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, “Ferhad Sehrapêyma” girtiyê siyasî yê Kurd yê hepsî di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, ku ev şeş sal in hepsî ye, ji hewcehiyên destpêkî û herwisa destpêragihîştina bi telefon û rojnameyê jî bê par e.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de ev yeka jî erê kiriye ku: “Bêparbûna wî girtiyê siyasî yê Kurd di demekê de ye ku, berpirsê benda wergirtina girtiyan ya girtîgeha Urmiyê digel wî reftareke xirab heye, û bi awayekî berdewam bêrêziyê bi kesayetiya wî girtiyê siyasî yê Kurd dike, û henekên xwe pê dike”.

Vê çavkaniya agehdar gotiye ku: “Ew girtiyê siyasî yê Kurd ji ber êşa gurçikên xwe azarê dibîne, û heya niha berpirsên girtîgehê bo çareseriya pizişkî ya wî tu karek encam nedane, û hêjayî basê ye ku daxwaza pere jî, jê kirin bo çareseriyên pizişkî”.

Roja Çarşemî 24`ê Gelawêja îsal wî girtiyê siyasî yê Kurd derheq erênekirina dadgehê bo azadkirina wî, û herwisa derheq birêvenebirina maddeya 134`an a yasayê, nerazîbûna xwe nîşan dabû.

“Ferhad Sehrapêyma” xelkê gundê Dizê a girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê ye, û di Sermaweza 1391`an, bi tawana “hevkarîkirin digel yek ji partiyên opozisyon yên hikûmeta Îranê”, hatibû destibiserikirin, û piştire jî ji aliyê dadgeha Şoreşê ya bajarê Urmiyê 7 sal hepsa “te`izîrî” bo birîbûn.