Rewşa Saxlemiya Jineke Zîndanî a Kurd xirabe

15:09 - 8 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Fatime Perwîzî zîndaniya Siyasî ya Kurd û xelkê bajarê Kamyaranê û rûniştiyê bajarê Kerecê xirab û jibo çareseriyê pêdivî bi hinartin bo derveyî zîndanê heye.

Li gor nûçeya ajansa Kurdpa, Fatime Perwîzî jina zîndanî a Kurd ku seva xirab bûna rewşa saxlemiyê heyamê 5 roj bêhnvedan û hatineder li zîndanê pêhatibû dayîn, seva kêm bûna demê û dûr bûna zîndanê li mala wan,bi awayek pêdivî çareserî bo nehatiye encam dan.

rewşa jina Kurd li demekê deye ku DR bi vê ragehandiyê ku dive heyamek pitir li bin çareseriyê de be, lê navbirî seva kêmbûna dema mirexesiyê tenê kariyê bo heyamê 2 rojan serdana pizîşk bike.

\"11901.jpg\"
Fatime Perwîzî bi sûça bêrêzî kirin bi serbazên bênav û nîşan yên Îmamê Zeman bi 6 mehan zîndanê hatiye mehkûm kirin û niha di zîndana bajarê Nevşehr zîndana xwe derbas dike.

Berê jî karbidestên dezgeha dadveriya Îranê bi jina han ragehandibûn tenê demekê dê bihê azad kirin ku kurê vê yê binavê “Sîrwan Kemanger”wegere welat û xwe radestê hêzên Îttlatî bike.

Sîrwan Kemanger li sala 2003’an bo heyamê 105 rojan di zîndana Îdareya Îttlat a bajarê Sinê bi sûça alikarî tevî partiyek Kurdî hatibû girtin û piştre ji aliyê dadgeha Îranê bi “têkoşîn li dijî tenahiya netewî” bi 2 salan zîndanê hatibû mehkûm kirin û bo heyamê du salan li zîndana bajarê Xuremabadê derbas kir.