Rewşa penaberan li pêtexta Suîsê hat niqaş kirin

12:57 - 3 Şibat 2013
Ajansa kurdpa:rêxirawa kurdî a mafê mirov li sempoziyoma penaberên welatê Suîs pişikdarî kir.

bi raporta şandî bi kurdpa, 5emîn sempoziyom li welatê suîs ser bi pirsgirêka penaberan ji 11ê behmen heya 2 rojan li şarê Burn bi rêwe ço, li vê mêvantiyê de komela mafê mirovê Kurdistana Îran-Jênêv ku bi fermi ji aliyê dezgeha penaberên Suîs hatibû deiwet kirin li wê komelê de pişikdar bû.

5emîn sempoziyoma Suîs ji dehan karnas, endam parliman, binkeyên mafperwer û layingerê penaberan li rojên 11 û 12ê behmenê hate pê,dest bi lêkolina ser pirsgirêka penaberan û rewşa wan kir. Mêvanên bingehin a sempoziyom, xatûn Sîmonitta Somaroga , wezîrê dadeweî a dewleta Suîs bû ku li gotinên xwe de bal rakêşa ser giringiya integrasiyona penaberan, zûkatî di kar û barên penaberî, hebûna binkeyên şaristanetî li dariştina yasayên nû û piştgirî ji penaberên Sûrî û rawestan hember rasîsm li Suîsê.

\"10951.jpg\"
li vê konfiransa 2 roje de, Têmûr Elyasî bi nûneriya civaka mafê mirovê Kurdistana Îranê tev xatûn Sûzîn Park, serokê komîsariya bilinda penaberên UN-binka Suîs,bi rêz Maryo Gatîkêr serokê dezgeha penaberan li Suîs û kesatiyên heyî li kombûnê hevdîtin pêk anî û daxawza awirek taybet bi rewşa penaberên kurd kir.Elyasî li wan çavpêketinan de rewşa penaberên kurdên Sûriyê da ber çav û ji wan xwest ku li projeyên xwe li welatên hevsinûrên Sûriyê, rewşa kurdên Sûriyê li herêma Kurdistan Êraqê berçav bigrin.li 5emîn sempoziyoma Suîs , xeyrî pişikdariya civaka mafê mirovê Kurdistan a Îran-Jênêv, her yek ji komîsariya bilind a penaberên UN (UNHCR) û rêxirava koçberiya Suîs pişikdar bûn.proja”|alternativek din bo jiyana penaberan li kempên penaberî” ku UNHCR bi alîkariya civaka mafê mirovê Jurdistan a Îranê terxan û berev bibû hat xwendin.

komela mafê mirov li kurdistan a Îran-Jênêv li sala 2006an li welatê Suîs hate damezirandin û ser bingeha ragehandî; nûneriya civaka şaristanetiya Kurdistan dike û pireke li nawbera organên rêxirava welatên yekgirtî û organên naw netewî yên mafên mirov