Urmiye; Binçavkirina bereday ya Frozan Nociwan (Îslamî) mamostaya zimanê Îngilîzî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

14:22 - 16 Gulan 2026

Roja Çarşemê 23 Bavemera 1405an a Rojî, Firozan Nociwan (Îslamî), rûniştiya bajarê Urmiyê, mamostaya zimanê Îngilîzî û berpirsa akademiya ziman "Nociwan", ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajêr ve hate binçavkirin û birin cihekî nediyar.

Li gorî çavkaniyek agahdar ji Kurdpa re ragihandiye, hêzên ewlehiyê bêyî ku belogeya dadwerî nîşan bidin, ev mamostaya zimanê Îngilîzî binçav kirin e.

Çavkaniya agahdar zêde kir: Firozan Nociwan (Îslamî) bloggerek navdar a Kurd li Urmiyê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, tu agahî li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vê mamostaya zimanê Îngilîzî tune ne.