Urmiye; Mecîd Derwîşnejad, ekter û derhênerê şanoyê, bi danîna barimteyê hat berdan
25ê Banemera 1405an a Rojî; di rojên dawî de, Mecîd Derwîşnejad, ekter û derhênerê şanoyê yê xelkê Urmiyê, piştî dayîna barimteyê ji yek ji navendên ragirtina ewlehiyê yên bajêr bi awayeke demkî hat berdan.
Li gorî çavkaniyek agahdar, di dawiya meha Banemera 1405an a Rojî de, ekterê Kurd ji aliyê Hocet Esixerî, serokê Kompleksa Çandî ya Urmiyê ve bi hinceta vexwendina wî ji bo civînekê, bo vê derê hat vexwendin û dû re ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.
Çavkaniya agahdar zêde kir: Derwîşnejad ji bo lêpirsînê bo navenda ragirtina ewlehiyê ya "9-Pele" li Urmiyê hatibû veguhastin û piştî şeş rojan lêpirsînê bi danîna barimteyê bi awayeke demkî hat berdan.
Mecîd Derwîşnejad ekterekî Kurd ê navdar e di warê sînema û şanoyê de li Urmiyê.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li dijî vî derhênerê sînema û şanoyê de ti agahî tune ye.