Pîranşar; Binçavkirina bereday û Tundûtûjî ya Sebah Biware û veguhestina wî bo cîhekî nediyar
26ê Banemera 1405an a Rojî; bi berdewamiya pêla binçavkirinên bereday yên welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, xortekî Kurd ê xelkê bajarê Pîranşarê bi navê "Sebah Biware" bi awayeke bereday û tundûtîjî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhestin.
Çavkaniyek agahdar ev nûçe ji Kurdpa re piştrast kir: Êvara roja Pêncşemî, 14ê Banemera 1405an a Rojî, "Sebah Biware", xortekî Kurd ê temen 23 salî û xelkê gundê "Kilekîn" a ser bi bajarê Pîranşarê ya parêzgeha Urmiye, dema ku wan bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê serdegirtina mala wî kirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi tundûtîjî hate binçavkirin û bo ciheke nediyar veguhestin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina vî welatiyê Kurd de ti agahî tune ye, û hêzên ewlehiyê di vî warî de ti ravekirinek nedane. Ji dema binçavkirina wî ve ew ji mafê hebûna parêzer, serdan û têkiliyê bi malbata xwe re bêpar maye, û malbata wî hîn jî bi tevahî ji çarenivîsa wî bê agahî ne.