Rewşa Mihemed Emîn Ebdullahî girtiyê siyasî yê Kurd nebaş e
21:02 - 24 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Mihemed Emîn Ebdullahî girtiyê siyasî yê Kurd, xelkê bajarê Bokanê di girtîgeha Bîrcend de rewşa wî nebaş e, û ji destê bê îmkanatiya pizişkî dinalîne.
Li gor nûçeyan, Mihemed Emîn Ebdullahî girtiyê siyasî yê Kurd, piştî heyamekî dirêj ku di qerentîne da bû, û rewşa wî nebaş bû, bo bendên pîr û kal û ev kesên ku nexweşiyên cur bi cur hene hate veguhastin.
Mihemed Emîn Ebdulahî girtiyê siyasî yê Kurd, piştî nerazîbûn nîşandanê di destpêka meha Rezber ve ji mirexesiyê (îzindanê) bêbeş kirin, û li girtîgeha Tebesê ve veguhastin bo girtîgeha Bîrcendê.
Herçiqas malbata wî wesîqe danîn ku navbirî bibine girtîgeha bajarê Bokanê, lê berpirsên girtîgeha Bîrcendê dijberî tevî daxwaza malbata navbirî kirin.
Mihemed Emîn Ebdulahî girtiyê siyasî yê Kurd, di Payîza sala 1384’an de hat destbiser kirin û bi tumeta şer tevî xoda, propagende dijî rejîma û endamên yek ji partiyên Kurdî hatiye tawanbar kirin û bi 18 sal ragirtin di girtîgehê dehatiye mehkum kirin.
Li gor rapora malpera “Hêrana” birayê Mihemed Emîn Ebdulahî, bi nave Mihemed Ebdulahî, bi cezaya darvekirinê hatiye mehkum kirin û niha di girtîgeha Urmiyê de hatiye ragirtin.