Rewşa malbatekî penaberê Kurd li Ankara ne baş e

21:19 - 14 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Piştî girevgirtina malbateke penaber yê kurd li Turkiyê, rewşa malbata han û çalakvanên siyasî yê Kurd ne baş e.

Li gor nûçeya ku gihiştiye Ajansa Kurdpa, malbatek 5 kesî di hember komîsaryaya bilind a penaberên rêkxistina NY di Ankara de dest bi girevgirtinê kirine, ku ev kiryara han jî bûye sedema nexweşiya du kes ji endamên malbata han.

Elî Seyîdî penaberê siyasî xelkê bajarê Urmiyê, ji şeş roj berî niha ve, di gireva birçîbûnê de ye, û ev girev bûye sedema vê ku rewşa saxlemiya zarokên vê malbatê ne baş be.

\"29160.jpg\"
Ev zarok bi sedema sir û seqemên çend rojên derbazbûyî, di rewşek ne baş dane.

Penaberê han di gotûbêjekê tevî Ajansa Kurdpa de ragehand, eva heyama sê salan e, ku di welatê Turkiyê da akincî ne, û çendîn car ji aliyê dewletê ve givaş bo anîne, û bi neçarî koçberî çendîn bajarên cuda cuda yên wî welatî bûye, û karê han bûye sedema nebaşiya rewşa jiyana malbata han.

Elî Seyidî yek ji çalakvanên siyasî û endamê yek ji partên siyasî yên diberî rejîma komara Îslamî a Îranê ye, û xelkê bajarê Urmiyê ye û navbirî heyama 5 salan li herêma Kurdistanê jiyana xwe derbaz kiriye.

Bi gotina vî penaberê siyasî, yek ji zarokên wî bi navê Bêhnam ji aliyê hêzên ewlehî ên rejîma Îranê ve hatiye destbiserkirin, û 15 sal ragirtin di girtîgehê de bo wî hatibû birîn, û di encam de bi danîna 150 milyonî serbest hate berdan, û niha xwe gihandiye malbata xwe li Turkiyê.

Li gor amaran 10 hezar penaberên Îranî di bajarên cuda cuda ên Welatê Turkiyê hene ku zêdetir ji 500 kes ji wan çalakvanên siyasî ên Kurd in.