Rewşa mafên mirovan di Îranê de guhertineke bingehîn bi ser de nehatiye

19:58 - 12 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Reporterê taybet ê mafên mirovan ê NY cardin rexneyên tund li rewşa mafên mirovan bi taybetî pêkhateyên neteweyî û ayînî ên di bin deshilata hikûmeta Îslamiya Îranê de girt.

Li gora nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, rejîma Îranê di sala 2015’an de, 966 hevwelatiyên Îranî hatine bidarvekirin, ku li gora gotina Ehmed Şehîd rêjeya herî zêde ya îdaman di du dehikên borî de ye.
Êvariya roja Pêncşemiyê 10’ê darê, bajarê Jinêvê mêhvandariya reporterê mafên mirovan ê NY ji bo karûbarên Îranê kir, ku navbirî tê de bas ji çar mijarên sereke kir.

Ehmed Şehîd ragehandiye ku di navbera salên 2014 û 2015’an de, aliyê kêm 16 nûciwan ji aliyê dewleta Îranê ve hatin bidarvekirin, ku serjimêriya herî zêde di pênc salên borî de ye.

Navbirî di vê derheqê de rasterast hikûmeta Îslamiya Îranê bi binpêkirina yasayên navdewletî tometbar kir.

Di rapora 22 rûpelî ya Ehmed Şehîd de ku zêdetir rûyê wê li Dezgeha Dadweriya di bin deshilata rêberî de ye, hatiye: “Bi berdewamî rapor li ser girtîgeha takekesî ya domdirêj, îşkence, îtirafên bi zorê, û destpêrenegihîştin bi parêzeran digihîje destên min”.

Her di vê raporê de bas ji destbiserkirina 6 nivîskar û hunermendan, 22 rojnamevan, û 23 çalakên civakî di Îranê de hatiye kirin.

Derheq pêkhateyên ayînî û neteweyî jî, hate gotin ku serkuta azadiya ramanê, û rewşa nebaş û zexta nawendên ewlehiyê rû li zêdebûnê ye.
Civaka Behayiyan û binpêkirina mafên wan, ji beşên sereke ên vê raporê bûn, ku nûnerê Şêvra Mafên Mirovan ê NY bas jê kir.

Ehmed Şehîd ku pênc sal e wekî reporterê mafên mirovan bo Îranê hatiye diyarîkirin, daxwazê ji deshilatdarên vê hikûmetê dike, ku pêdeçûnê bikin bi ser ferq û cudahiyên yasyaî li dijî jinan.

Hikûmeta Îslamiya Îranê heyanî niha îzna çûna repotrerê mafên mirovan bo Îranê nedaye.