Rewşa kirîza midîsîn û duxtor li şarê Rîjav(rîcab)a Dalaho

21:34 - 18 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: Yekik ji şarên parêzgeha Kirmanşan, ji awirê duxtorî û midîsîn de ketiye naw pirsgirêkên curbicur de.

Gorekî raporta gihîştî bi ajnasa nûçe gihaniya Kurdpa; sentera Bêhdaştî-Dermanî(duxtorî-midîsîn)a Rîjav li Dalaho, ji kêmasiya duxtor, pêwîstiyan û personalên xizmet kariyê de dinale û berpirsên dezgeha Bêhdaşt jî ji her bersivik xwe radigozin.

Şarê 10,000 kesiyê Rîjav(Rîcab), tenê 1 duxtorê giştî heye û cê karê vî jî sentera Bêhdaşte û dema kar jî ji saet 8ê sibêzû heya 10:30 deqîqê sibêzûye.

Yekik din ji pirsgirêkên din ku dizivire ser awirê dezgeha Bêhdaşta Dalaho, kêmasiya midîsîn û pêwistiya nexweşan bi şon bi şarin mezine.

Yekik ji websitên lokal ji çine bûna cê derzî lêdan û kadrên girêdayî bi derzîlêdanêye û dinivîse: duxtorê vê senterê heya saet 10ê sibêzû li vê senterê de dixebite û li saet 10 heya 12ê, bi gundên kevşen(cîran) diçe.

Bi gotina yekik ji payedarên dezgeha Bêhdaşt li Îranê, bo her 1000 kes, mînîmom yek duxtor gere hebe.

Her wisa sentera duxtorê didan û teke duxtorê şarê 10,000 kesiyê Rîjav, bi hegerên neron, bi ciyik din yê dewerê hate raguhastin.

Pêştir jî cêgirê midîsîna zanistên duxtoriya Kirmanşan, nexweşxanên kevin, kêmasiya textên nexweşan û parvekirina nedurusta duxtor, ji giringtirîn pirsgirêkên Bêhdaşt û Dermana parêzgehê anîbû hisêb.