Rewşa Kebûdwend pirr xirap e

14:04 - 10 Hezîran 2012
Kurdpa: Nûçegihaniya Hirana bilav kir ku mihemed sidiq kebûdwend ku 12 rojan berî niha dest bi gireva birçîbûnê kiriye, bi sedema rewşa xirap ya warê tendurustî bo bêhdariya girtîgehê hatiye veguhastin, û pêşiya pêwendiyên wî ên telefonî jî hate girtin.

Mihemed Sidîq Kebûdwend serokê rêkxirawa Mafê Mirovan a Kurdistanê ku ji 8’ê Cozerdanê piştî dijayetiya berpirsê girtîgehê di gel dana îzna çûna bo derve bi wî, bona ku serdana kurê xwe ê nexweş dest bi girevê kiriye bo cara duyemîn bi sedema rewşa xirap ya tendurustiya wî, bo bêhdariya girtîgehê hate veguhastin.

Li gorî hemen vê çavkaniyê berpirsyarên girtîgehê û nawendên ewlwhiyê li cihê bersivdana bi daxwaziyên wî, pêşiya pêwendiyên wî ên telefonî jî girtin.

Pijman kurê Mihemed Sidiq Kebûdwend heyameke ku tuşî nesaxiyeke ne çareser bûye û li rewşek pirr xirapde dijî.